Jinên Til Temirê: Bila Erdogan bikeve lîsteya terorê!

Bi dehan jinên Til Temirê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya wî bê mîsogerkirin li hev civiyan û gotin: “Bila Erdogan bikeve lîsteya terorê!”

Bi dehan jinên li Til Temirê, endamên saziyên sivîl û dayikên şehîdan li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Sena Hemod daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan şermezar dikin. Ev tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêber Ocalan ferz kiriye, bi armanca têkbirina berxwedana gelê me ye û li dijî hemû qanûnên navneteweyî û cîhanê ne. Bila Erdogan mirovatiyê ji Rêber Ocalan fêr bibe. Rêber Ocalan ji bo ku çi êrîşek li Sûriyê pêk neyê û tu kes li herêmê şehîd nekeve ji Sûriyê derket.”

Çalakvanan êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên bêmirov û hedefgirtina pêşengên şoreşê, jinên berxwedêr, sivîlan û bêdengiya dewletên garantor şermezar kirin û gotin: “Divê civata navneteweyî bi hemû sazî û rêxistinên xwe qada hawayî ya herêmê ji firînê re bigirin û Artêşa Nîştimanî ya Sûrî û hikumeta Erdogan, ji ber pêkanîna wan a sûcên dermirovî, bixe lîsteya terorê.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.