Dewleta Tirk Kobanê û Til Temirê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Qeremox ê Kobanê, herêmên sînor jî di nav de Til Şeîr û Mezra Abrûyê kir. Dewleta dagirker gundê Qibûr Qeracne jî bi çekên giran topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî saet 17.00’an rasterast şêniyên gundê Qeremox ê dikeve rojhilatê Kobanê hedef girtin. Dewleta dagirker bi çekên giran êrîşî gel kir.

Dewleta Tirk bi çeteyên xwe re, Til Şeîr û Mezra Abrûş jî topbaran dikin. Heman dagirker êrîşê gundê Qibûr Qeracne yê li bakurê Til Temirê jî kir.