Şênî ber bi şîna Şehîd Rûken Zelal ve herikîn

Li Qamişloyê bi sedan kes ber bi şîna ku ji bo Şehîd Rûken Zelal hat danîn ve herikîn, berxwedana fedayî ya şehîd silav kirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê ya Qamişlo, ji bo her du gerîlayên Hêzên Parastina Gel, şehîd Dilara Orper (Sara Tolhildan) û şehîd Emel Fermez Hisên (Rûken Zelal) konê sersaxiyê vedan. Kon li gundê Belêqiyê yê Amûdê ya Qamişlo hate vedan.

Di 26’ê Îlonê de her du şehîdên bi navê Rûken û Sara li navçeya Mezîtlî ya Mersînê ji ber zextên ku li girtîgehan tên kirin, komkujî û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li ser gerîla, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek fedayî li dar xist.

Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk, Kongra Star û Meclîsa Leşkerî ya Amûdê berê xwe dan konê sersaxiyê. Beşdaran sersaxî ji malbata şehîd Rûken Zelal re xwestin.

Di konê sersaxiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên her du şehîdan, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, alên Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Parastina Gel hebûn.

Di merasîmê de Hevseroka Komîteya Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Cewahir Osman axivî û pesnê rola her du şehîdan da. Cewahir Osman wiha got: "Keçên me îro guleyên xwe avêtin dilê dijmin û planên wan pûç kirin. Ev jî nîşan dide ku bê guman em ê bi ser bikevin û dijmin nikare zarokên me ji eniyên şer derxe."

Cewahir Osman bal kişand ser êş û azarên girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de û wiha domand: "Dijmin di encama têkçûna xwe ya li çiyayên Kurdistanê de li dijî girtiyan hemû rê, rêbaz û polîtîkayên derexlaqî û dermirovî bi kar tîne."

Her wiha li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Amûdê fermandar Berxwedan Amûdê wiha axivî: "Dengvedana Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan gihiştiye her aliyê cîhanê."

Berxwedan Amûdê wiha pêde çû: "Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Nîsana 2021’ê ve, bi hemû çekên xwe û çekên NATO’yê yên pêşketî, kîmyewî ku di navneteweyî de qedexe ne, êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê li çiyayê Kurdistana azad dike. Ev êrîş ji bo jiholêrakirina Hêzên Parastina Gel tên kirin."

Berxwedan Amûdê di dawiya axaftina xwe de çalakiya fedayî ya her du şehîdan bi bîr xist û wiha got: "Ev çalakî bersiveke zelal e li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên wê yên li dijî gelê Kurd û girtiyên di girtîgehên wê de ye û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan."

Piştî axaftinan nasnameya Şehîd Rûken Zelal hate xwendin û radestî malbatê kirin.