ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hate bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê bombe baran kir. Di êrîşê de herî kêm 4 kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk bombeyan li Şera, Şêrawa û Eyn Îsayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên lis er Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Herî dawî gundên Soxanekê, Bênê û Şiwarxe yên ser bi Şera û Şêrawayê, bejahiya Eyn Îsayê bombe kir. -
'4 şervanên me yên bi hawara zarokên birîndar ve çûn, şehîd bûn'
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanên wan dema hewl didan 2 zarokên ji topbaranê birîndar bûne rizgar bikin, bû hedefa êrişa hewayî ya dewleta Tirk. Meclîsê diayr kir ku di encamê de 4 şervanên wan û gundiyek şehîd bûn. -
Li Til Rifetê 5 leşkerên Şamê hatin kuştin
Li navçeya Til Rifet a Şehbayê, di êrîşa dewleta Tirk a hewayî de ku li ser nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê hate kirin, 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. -
Bi droneyê êrîş birin ser gundekî Şêrawayê
Dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser derdora gundê Meyasê yê navçeya Şêrawayê. -
Li Şehba û Şêrawayê leşkerekî Şamê hate kuştin, 3 jî birîndar bûn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Şêrawa û Şehbayê, leşkerekî Şamê hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. -
Îsraîlê bombe li derdora Şamê barand
Hate ragihandin ku Îsraîlê vê sibehê êrîşeke hewayî biriye ser nuqteyên nêzî Şamê. Li gorî agahiyan di êrîşê de leşkerekî Şamê bi giranî birîndar bûye. -
Di êrîşa dewleta Tirk de 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ya li ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan. -
Dewleta Tirk êrîşî Minbicê kir: 2 şervan şehîd bûn û şervanek birîndar bû
Hat ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundên Minbicê de 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûne û şervanek jî birîndar bûye. -
Êrîşên dewleta Tirk li Reqayê hatin protestokirin
Xelkê Reqayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiya. -
Li Ehdasê 3 şehîdên YPG’ê hatin bîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo 3 şervanên YPG’ê yên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, merasîma bîranînê li dar xist. -
Li Girkê Legê û Til Koçerê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin
Li navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin. -
Rêveberiya Xweser li ser 'penaberiyê' hişyarî da: Nekevin ser rêya mirinê
Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên penaber re xwest ku li Cezayîrê ji ber noqbûna keştiyê jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan Kurd bûn. -
QSD: Li Deşîşe komek çeteyên DAÎŞ’ê hate bêbandorkirin
QSD’ê ragihand ku li bajarokê Deşîşê yê li başûrê Hesekê bi operasyonekê girtiye bi ser komek çeteyên DAÎŞ’ê de û got: “Çeteyek hat kuştin û 2 jî hatine girtin.” -
Li Efrînê jinek bi awayekî hovane hat qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jinek bi amûrên birrînê bi awayekî hovane qetil kirin û mala wê dan ber agir. -
PYD: Bi êrîşên bi vî rengî kes nikare îradeya me bişkîne
Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê, daxuyanî da. -
Li Kobanê êrîşa hewayî
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser motorsîkleteke li ser rêya Kobanê-Helebê. -
YPG'ê nasnameya şehîdekî Ehdasê eşkere kir
YPG'ê diyar kir ku şervanê wan ê ji pêkhateya Ereb Dilşêr Efrîn (Yehya Xidir) li Ehdasê di êrişa dewleta Tirk a 10'ê Hezîranê de şehîd bûye. -
Li Beyrûdê sibe komxebata 'Rojhilata Navîn a demokratîk' destpê dike
Li paytexta Lubnan Beyrûdê wê sibe komxebatek bê lidarxistin û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne nirxandin. -
Ezmûnên dawiya salê ya Zanîngeha Kobanê dest pê kir
Zanîngeha Kobanê dest bi ezmûnên qonaxa dawî ya sala xwendinê kir. -
Kevintirîn pirtûkxaneya Reqayê ji ber xemsariyê li ber girtinê ye
Mihemed Ezo ku li ser karên muzexane û şûnwaran pispor e, bal kişand ser bandor amûrên elektronîk li ser jiyana mirovan û diyar kir ku ev yek sedema sereke ye ku mirovan ji pirtûkxan vedigire. -
Dewleta Tirk bombe li Til Rifetê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li derdora Til Rifetê barand. Liv û tevgera hewayî ya li herêmê dewam dike. -
Dewleta Tirk a dagirker gundên Efrîn û Şehbayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî, gundê Bêlûniye û derdora navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran dikin. -
Şêniyên Şehbayê li dijî hevkariya Rûsyayê ya bi dewleta Tirk re meşiyan
Koçberên Efrînê û niştecihên kantona Şehbayê nerazîbûn nîşanî hevkariya Rûsyayê ya bi dewleta Tirk re dan û gotin ku eger ev siyaset bidome, wê serî li tedbîrên din bidin. -
YPG: 3 şervanên me di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn
YPG’ê, ragihand ku di erîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Ehdasê de, 3 şervan şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne.