Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û şehîdbûna 4 şervanan û welatiyekî daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Dema şervanên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewl didan 2 zarokên ji ber topbarana hêzên dagirker li mezreyeke li gundê Dendeiyê yê bakur rojavayê Minbicê birîndar bûbûn, rizgar bikin 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
Ji vê sibehê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Dendeniyê topbaran dikin, di encamê de 2 zarok birîndar bûn. Dema komek ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewl dida xwe bigihînin birîndaran û rakin nexweşxaneya Minbic, balafireke bêmirov a dagirkeriyê ew bombebaran kir. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Her wiha li gundê Ereb Hesen jî balafireke bêmirov a dagirkeriyê maleke bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû."