Di êrîşa dewleta Tirk de 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ya li ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ya li ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Dewleta Tirk a dagirker tevî DAÎŞ û çeteyên dûvikê wê, êrîş bir ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê. Di êrîşê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Dewleta Tirk her wiha bombe li derdora baregeha Rûs a li gundê Wehşiyê yê Şehbayê jî barand. Li ser encama bombardûmanê agahî bi dest neketin.