Li Şehba û Şêrawayê leşkerekî Şamê hate kuştin, 3 jî birîndar bûn

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Şêrawa û Şehbayê, leşkerekî Şamê hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bi rengekî bênavber bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîş bir ser gundên Efrîn û Şehbayê.

Li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê, bi balafireke bêmirov bombardûman hate kirin. Li gorî agahiyan di encama êrîşê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Dewleta Tirk vê sibehê saet di nvabera 06:00-07:00 de 2 caran bombe li nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora navçeya Til Rifet a Şehbayê barand.

Di vê êrîşê de jî 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.

Doh di heman demê de li gundê Awîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dabûn.

Heman rojê, dewleta Tirk her wiha bombe li derdora baregeha Rûs a li gundê Wehşiyê yê Şehbayê jî barand. Li ser encama bombardûmanê agahî bi dest neketin.