YPG: 3 şervanên me di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn

YPG’ê, ragihand ku di erîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Ehdasê de, 3 şervan şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, li ser rêya Maratê û navçeya Ehdas a Şehbayê êrîşê wesayîtekê kir. 
Di der barê mijarê de Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Paratina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşê de 3 şervanên wê şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne.

YPG`ê, di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Îro piştî nîvro saet di 16 :45`an de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker, êrîş bir ser hêza me. Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Di der barê nasnameyên şehîdan de em ê bi pişt re daxuyaniyekê bidin.” 

 DEWLETA TIRK LI EFRÎN Û ŞEHBAYÊ DIXE

Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, berdewam in. Dewleta Tirk a dagirker, Bêlûniyê ku gundekê Şehbayê ye, Şewarqa ku gundekê Şerayê ye, Bênê ku gundekê Şêrawa ya ku navçeyeke Efrînê ye, dide ber doçka û topan. Ji ber avêtina topan, agir bi zeviyên li Şewarqayê ket.

Firîna balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Şehba û Efrînê, berdewam e.