Li Dersimê 2 kes hatin girtin

Li Dersimê 2 kes ji ber ku beşdarî protestoyên desteserkirina vînê bibûn hatin binçavkirin û piştre hatin girtin.

Li Dersimê 5 kesên ku di dema protestoyên li dijî desteserkirina vînê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê anîn dadgehê. 
5 kesên hatibûn binçavkirin ji aliyê dozgeriyê ve bi hinceta “Li dijî polîsan derketine” û “Zirardane malên cemaweriyê” îfadeya wan hat girtin. Piştî îfadeyê Sezaî Aksoyek û Fethî Kaykaç bi daxwaza girtinê şandin Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar. 


Piştî îfadeya li dadgeriyê Aksoyek û Kaykaç bi heman îdîayan hatin girtin. 


Tîmûr Alp Îbrahîmoglu, Mehmet Demîr û Baran Baran jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.