Li Efrînê jinek bi awayekî hovane hat qetilkirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jinek bi amûrên birrînê bi awayekî hovane qetil kirin û mala wê dan ber agir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo diziyê ketin mala jina bi navê Ûfê Şêx Ehmed (40) a ji gundê Şêx ê navçeya Racoyê ya Efrînê û ew bi amûreke tûj qetil kirin.

Çeteyan, beriya ku Ûfê qetil bikin, mala wê ya li Çerxerêya Maratê ya li navenda bajarê Efrînê şêland û piştre şewitand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê demeke berê ragihandidbû ku jina Kurd a bi navê Qedriye Elî (70) a ji gundê Gopakê li pêşiya navendeke çeteyên ‘Sultan Mihemed Fatih’ a li taxa Maratê ya li Efrînê, jiyana xwe ji dest daye.