Li Girkê Legê û Til Koçerê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin

Li navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagirker rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere nake, cezayan li dijî wî ferz dike û nahêle ne parêzer ne jî malbat wî bibînin. Her wiha cezayên nû yên dîsiplînê heta 6 mehan lê birîn.

Ji bo şermezarkirina wan sûc û binpêkirinan, li Girkê Legê û Til Koçerê meş hatin lidarxistin.

GIRKÊ LEGÊ

Înisiyatîfa Gel meşeke girseyî li Girkê Legê li dar xist. Xelkê navçeyê, saziyên sivîl, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Kongra Star, TEV-DEM û nûnerên PYD′ê  beşdarî meşê bûn.

Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li tevahî taxên navçeyê geriya. Şêniyan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin û pankartên "Azadiya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên gelan e" hildan.

Li nava sûka navendî meş veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girkê Legê Idrîs Ehmed axivî û îşaret bi rola felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di danîna çareseriyan ji krîzên Rojhilata Navîn re kir.

Ehmed diyar kir ku bi armanca şikandina vîna wî û serîtewandina ji biryarên dewleta Tirk a faşîst re, zext li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin.

Ji bo sekna li hember van siyasetan Ehmed bang li pêkhate û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku xwe bispêrin metod û felsefeya neteweya demokratîk û wiha got: "Felsefeya Rêbertî rêya me ya ber bi azadiyê ve ye. Em hişyar bin û li hember biryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bisekinin û dawî li tecrîdê bînin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin."

TIL KOÇER

Li Til Koçerê jî bi dehan xelkê navçeyê, endamên sazî, meclisên sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên Ereb û endamên Kongra Star beşdarî meşê bûn. Meş ji Çerxerêya Delê ya li başûrê navçeyê ve dest pê kir.

Meş di nava dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxên navçeyê geriya. Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Azadiya Rêber Ocalan kilîta aştiya li Rojhilata Navîn e" hildan.

Li Parka Abdullah Ocalan a li naverasta Til Koçerê meş veguherî mîtîngê. Li wir li ser navê Însiyatîa Gel a Til Koçerê Mehmûd El Salih axivî û îşaret bi siyasetên dijminane yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

El Salih da zanîn ku tecrîda li dijî Abdullah Ocalan hedefgirtina gelên berxwedêr û pêkhateyên wê ye.

El Salih bang kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Wê serhildana gelê herêmê siyaset û sûcên dewleta Tirk a dagirker têk bibe."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongra Star a Til Koçerê Emel El Celod got “Jinan bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û felsefeya wî kesayetên xwe bi pêş xistin. Ji ber vê bi rêya tecrîda li dijî Abdullah Ocalan êrîşî jinan tê kirin.”

Emel di dawiyê de got: "Divê em li dijî êrîşên dewleta Tirk bin.”