Xwendin hêmanek girîng e di zanistên perwerdehiyê de û gelek zanist teqezî li ser girîngiya hezkirina xwendinê dikin. Ji ber vê yekê divê mirov li ser hezkririna ji pirtûkan re perwerde bibîne. Dûrketina ji xwendina pirtûkan di civakên Rojhilata Navîn de diyardeyek hevpar e. Bi taybetî jî Sûriye ku piraniya xelk bi temenên cur be cur li şûna ku serî li pirtûkan bidin, platformên ragihandinê yên ferazî bikar tînin. Li gorî Rapora Pêşveçûna Mirovî (Human Development) ya 2003'an, Ewropayî bi salane bi giştî 8 pirtûkan dixwînin (12.000 deqeyan), di heman demê de cîhana Ereban jî 22 rêzik an jî rûpelan di salê de naxwîne (6 deqeyan).
Têkildarî vê yekê xwediyê Pirtûkxaneya Bor Seîd ku pirtûkxwaneya herî kevn a Reqayê ye, Ehmed El-Xabûr ji ANF’ê re axivî.
El-Xabûr diyar kir ku Pirtûkxaneya Bor Seîd di sala 1957'an de li bajarê Reqayê hate vekirin û wiha got: “Navê pirtûkxaneyê ji êrîşa sê alî ya ku li dijî Misirê çêbûye, hat wergirtin û ji xwe peyva Bor Seîd tê wateya kolana Ereban. Di dema niha de, ji ber kêmbûna hezkiriyên xwendinê, mixabin pirtûkxane bûye ofîs, ji ber ku rêjeya herî mezin li şûna pirtûkan tercîh dike ku agahdariyan bi platformên ragihandina elektronîkî bigire. Pirtûkxane piştî ku bi xwendevan, nivîskar û helbestvanan tije bû, niha tenê bûye sernavek ku vedigere kesayata min."
‘ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê ÊRÎŞÊ PIRTÛKXWANEYÊ KIRIBÛN’
Ehmed El-Xabûr bi êş û xemgînî bûyerên tarî yên dema DAÎŞ'ê bi bîr tîne û got, "Yek ji çeteyên DAÎŞ'ê hemû pirtûk şewitandin û tenê hin pirtûkên Îslamî li pey xwe hiştin. Çeteyekî DAÎŞ’ê ku ji Misirê bû bi van gotinan ‘Naveroka pirtûkxaneyê kufr e’, ‘Ev der ji aliyê Rehman ve nakeviyê’ bêhurmetî nîşanî pirtûkên ku di pirtûkxaneyê de kir û hemû pirtûk şewitandin. Pirtûkxane ji aliyê pêşeng, nivîskar û helbestvanan ve dihat ziyaretkirin. Ew tenê penageha wan bû ji bo komkirina asoryên xwe yên rewşenbîrî, çandî û ramanî û ji mêvanên herî diyar jî Dr. Ebdilselam el-Ecîlî bû.”
Dr. Ebdilselam El Ecîlî (1918 Z-2006 Z) bijîşk, cîgir, wezîr û nivîskarê Sûrî ye, li Reqayê ji dayik bûye û li wir wefat kiriye. nivîsên wî yên di warê wêjeyî de di dîroka wêjeya Erebî de ji yên herî dewlemend in.
Helbestvanê gelêrî Îsmaîl El-Keddî yê ji bajarê Reqayê jî anî ziman ku gelek sedemên pirsgirêka dûrketina ji xwendinê hene û got: “Bihabûna qîmeta pirtûk ya aborî û şoreşa Înternetê ye ku demarê hezkirinê di navbera xwendevan û pirtûkê de birî, her wiha bikaranîna e-pirtûkên (pirtûkên elektronîk) li şûna pirtûkên bi dest.”
‘PIŞTÎ ÊRÎŞA LI DIJÎ BOR SEÎD, LI MISIRÊ PIRTÛKXWANEYA BI NAVÊ BOR SEÎD HAT VEKIRIN’
Pisporê di warê muzexane û şûnwaran de Mihemed Ezo destnîşan kir ku pirtûkxaneya yekem li bajarê Reqayê di dawiya salên pêncî yên sedsala borî de, bi navê pirtûkxaneya "Heqî Îxwan" hat avakirin û ev tişt got: “Ew çend mehan dom kir û ji ber sedemên nediyar hat girtin. Piştî êrîşa li ser Bor Seîd li Misirê Pirtûkxwaneya Bor Seîd hat vekirin û sîstema xebata pirtûkxaneyê li ser modela siyasî destpê kir. Pirtûkxane ji aliyê kesên xwedî tevgerên rewşenbîrî yên ku bi ramana siyasî ya çepgir ve girêdayî ne, hate damezrandin. Pirtûkxane di wê serdemê de wek navenda çandê dihate binavkirin, ji bo ku hemû kesayetiyên qanûnî û rewşenbîrî tê de kom bibin. Ew weke navendeke çandî li bajarê Reqayê bû û ji pêşengên xwendevanên wê pirtûkxaneyê Dr. Ehmed Selam Acîlî bû."
Derbarê dûrketina xwendevanan ji xwendina pirtûkan, Mihemed Ezzo ev tişt bilêv kir, "Cîhana Erebî bi giştî bi pirsgirêka nexwestina xwendinê re rû bi rû ye, bi taybetî jî Sûriye. Em dikarin hejmara rûpelên ku welatiyek Ereb dixwîne bijmêrin, ku salane ji du rûpelan derbas nake."
Mihemed Ezo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rewşa xwendevan û xwendinê li bajarê Reqayê tirsnak û bi xof e, ji ber bikaranîna Înternetê li şûna pirtûkê û di encamê de pirtûk bêxwedî maye. Ev yek dibe sedema atrofî di mejî de çêbibe, ji ber ku hiş dest bi wergirtina tiştên kurtkirî kiriye."