YPG'ê nasnameya şehîdekî Ehdasê eşkere kir
YPG'ê diyar kir ku şervanê wan ê ji pêkhateya Ereb Dilşêr Efrîn (Yehya Xidir) li Ehdasê di êrişa dewleta Tirk a 10'ê Hezîranê de şehîd bûye.
YPG'ê diyar kir ku şervanê wan ê ji pêkhateya Ereb Dilşêr Efrîn (Yehya Xidir) li Ehdasê di êrişa dewleta Tirk a 10'ê Hezîranê de şehîd bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku di êrişa 10'ê Hezîranê ya dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Ehdasê şehîd bûye, eşkere kir.
Daxuyaniya YPG'ê bi vî rengî ye:
“Hevrêyê me Yehya Xidir bi nasnav Dilşêr Efrîn, di dîroka 10’ê Puşpera 2023’yan de di encama êrişa balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd ket. Hevrê Dilşêr ji pêkhateyên Ereb yê bajarê Efrînê ye. Malbata hevalê me welatparêzên qedîm yên li herêmê ye û di nav şoreşa Rojava de wek malbat tevlîbûyînek xurt çêkirine û berdêlan dane. Hevrê Dilşêr, di destpêka Şoreşa Rojava de, dema çirûska şoreşê nû pêketibû û hêdî hêdî belav dibû li Rojavayê Kurdistanê, di sala 2012’an de, tevlî nav refên me bû.
Hevrê Dilşêr piraniya xwe li herêma Efrînê û Helebê ma û xebat meşand. Di sala 2013’an de li hember êrîşên çeteyan li ser Efrînê, cihê xwe di eniya pêş de girt. Di sala 2016’an de di pêngava rizgarkirina Şehbayê de jî bi awayek çalak cîh girt û li hember çeteyan tekoşîn da meşandin. Hevrê Dilşêr herî dawî dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de êrîş bir li ser Efrînê, li hember leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî bêdeng nema û di eniya pêş de têkoşîn kir.
Hevrê Dilşêr zewicî bû û xwedî 2 zarokan bû. Çawa ku berpirsyartiya xwe li hember gel pêk anî, di heman demê de berpirsyartiya xwe li hember malbatê jî pêk anî. Li hember hevrêyên xwe dilnizm û di karê xwe da kedkar bû. Ji ber van taybetmendiyan di derdorê xwe de dihat hezkirin. Li hember erk û peywiran bêdudilî nêz dibû û çi pêwîst bû dikir. Fedakariyeke bêhempa raber kir û wê bîranînên wê di tekoşîna me de hertim di bîra me da be.
Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê xwe yê şehîd û hemû gelê xwe yên welatparêz re dixwazin. Em di şexsê hevrê Dilşêr de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û soza serkeftinê dubare dikin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Dilşêr Efrîn
Nav û Paşnav: Yehya Xidir
Navê Dayik: Fatme
Navê Bav: Cuma
Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb, 10’ê Pûşpera 2023.”