Li paytexta Elmanyayê Berlinê, bi banga hevpar a Meclîsa Jinan a Dest Dan, CENÎ, TekoJIN, Xwendekarên Jin ên Kurdistanê (JXK), KJAR, Gemeinsam Kampfen û Woman Defend Rojavayê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî meşek hat lidarxistin. Bi sedan jin beşdarî çalakiyê bûn û ligel pankartên jinên pêşeng ên hatine qetilkirin, pankarta “Em bi Jin Jiyan Azadiyê xwe diparêzin” ya bi Elmanî hatin hilgirtin.
Jinan bi çalakiya “Xwîna Xwîna Min” ya ku Kolektîfa Hîlosê ya Meksîkayê ji bo jinên hatine qetilkirin li dar xistiye, bi benên bi hev re girêdayî ku tê wateya bihêzkirina girêdana di navbera jinan de, meşek li dar xistin.
Di çalakiyê de ji bo têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina jinan bang hat kirin û ji bo azadiya fîzîkî ya xwediyê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û xwediyê perspektîfa Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd Rêber Apo banga mezinkirina berxwedanê hat kirin.
Di çalakiyê de nameya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî hat xwendin û ji bo ku hemû jin li dijî qirkirinên jinan xwe bi rêxistin bikin, banga mezinkirina berxwedanê ya li dor fesefeya “Jin, Jiyanü Azadî” hat kirin.
Çalakî, piştî dirûşme û govend gerandina jinan bi dawî bû.