ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ehmed Mihemed ê ji Kobanê 35 sal in solan çêdike
Ehmed Mihemed yê ku solçêkeriyê ji bavê xwe hînbûye û 35 sal in vê hunerê berdewam dike, diyar kir ku divê li dijî pergala heyî ked û hunera destan bê parastin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 3 şehîdên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameyên 3 şehîdan xwe eşkere kir. -
Li Dêrazorê tecrîd hat şermezarkirin
Li Dêrazorê tecrîd û gefên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. -
Gelên herêma Cizîrê ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan
Gelên herêma Cizîrê li dijî tecrîd û gefên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî li dar xistin. -
Parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê tecrîdê serî li NY dan
Parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin, serî li Neteweyên Yekbûyî dan. -
Bertek li dijî xwarina gefan li Rebêrê Gelê Kurd, zêde dibin
Rayedar û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî xwarina gefên jehrîkirin û kuştinê yên berpêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga ‘’Em berxwedanê geş bikin û Rêber Apo bi tenê nehêlin’’ kir -
Li Reqayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşek hat lidarxistin
Bi pêşengiya bi sedan ciwanan li bajarê Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. -
Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
Komaxebata navneteweyî ya “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" bi encamnameyekê bi dawî bû. -
'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
Di rûniştinên dawin ên Komxebata Lozanê de, hat destnîşankirin ku mirov bi projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Peymana Lozanê derkeve û wiha hat gotin: “Çeka me ya nû, neteweya demokratîk e.” -
‘Tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir girîng e û divê bê parastin’
Di komxebeta Lozanê ya li Hesekê tê lidarxistin de ev peyam hat dayin, “Tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir girîng e û divê bê parastin.” -
Şervanekî HRE'yê şehîd bû
HRE'yê ragihand ku şervanê wan Têkoşer Efrîn (Gîvara Nesen) di 5'ê Tîrmehê de dema li ser erka xwe bû, şehîd bûye. -
Pentagon: Li Sûriyeyê balafirên Rûs gefê li droneyên Emerîkayê dixwin
Pentagonê ragihand ku balafirên leşkerî yên Rûs li Sûriyeyê gefê li droneyên Emerîkî dixwin ên ku tevlî operasyonên li dijî DAÎŞ'ê dibin. -
Bafil Telebanî banga yekîtiyê kir
Serokê YNK’ê Bafil Telebanî ku peyam ji Komxebata Lozanê re şand, got: “Ji bo pêkanîna daxwaza Mam Celal ku avakirina yekitiya neteweyî bû, em dixebitin. Em ji gelê Kurd re dibêjin ku ev pêvajo, pêvajoya yekkirina refên xwe ye.” -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Idrîs El Hemûd li Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD`ê Idrîs El Hemûd bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye hat veşartin. -
‘Divê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin’
Di nîqaşên rûniştina duyemîn a komxebata Peymana Lozanê ya li Hesekê de hat diyarkirin ku divê ders ji tecrûbeyên dîrokî û ji Peymana Lozanê bên derxistin û wiha hat gotin, “Divê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.” -
Komxebata Lozanê: Kurd pêşengiya pêvajoyeke nû dikin
Di axaftinên rûniştina yekemîn a Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê de bal hat kişandin ser girîngiya xurtkirina yekîtiya neteweyî û tunehesibandina peymanên Lozan û Sykes-Pîcotê. -
Mazlûm Ebdî bang li hêzên siyasî û leşkerî yên Kurd kir
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî peyamek da komxebata Lozanê û bangeke bi vî rengî li hêzên leşkerî û siyasî yên Kurd kir: "Bêyî ku şert û mercekî bidin pêş, em zû tevbigerin û pêvajoyê binirxînin." -
Xalid: Em ê rê nedin Lozaneke Nû, em têkoşînê mezin bikin
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid got, "Em ê rê nedin Lozaneke Nû" û ji bo mezinkirina têkoşînê û yekîtiyê bang li Kurdan kir. -
Şêniyên Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helebê meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Dewleta Tirk êrîşî Kobanê kir: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker Kobanê bombebaran kir. Di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn. -
Li Navçeya Şêranê tecrîd hat protestokirin
Li navçeya Şêran a Kobanê, bi meşekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. -
Zîlan li Amûdê û Tirbespiyê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan bi çalakiyên cuda li Amûdê û Tirbespiyê hat bibîranîn. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Serêkaniyê sersaxî hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Zagros Serêkaniyê yê di 22’ê Hezîranê de li herêma Zapê şehîd bibû, li Qamişloyê sersaxî hat danîn. -
'Rêber Apo hêza têkoşînê da me'
Şêx Ehmed Hemo diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza têkoşînê daye wan û destnîşan kir ku dem hatiye ew rabin ser piyan û hesab ji dagirkeriyê bixwazin." -
MSD'ê piştgirî da biryara NY’ê ya derbarê windahiyan de
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) piştgirî da biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya avakirina saziyeke serbixwe ji bo eşkerekirina aqûbeta kesên windayî yên li Sûriyeyê.