Til Rifet hat bombebarankirin: Zarokek jî di nav de 4 kes birîndar bûn

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehbayê de zarokek jî di nav de 4 kes birîndar bûn.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Dewleta Tirk a dagirker û bermahiyên çeteyên wê yên DAÎŞ’ê navçeya Til Rifet a kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de zarokek jî di nav de 4 kes birîndar bûn. 

Birîndar rakirin nexweşxaneya navçeyê û li wir tên dermankirin. Navê 4 kesên ku di êrîşê de birîndar bûne wiha ne: Mosa Hisên Findo (25), Waêl Hisên Findo (19), Ehmed Mihemed Elî (23) û Şikrî Xelîk ê 10 salî.