ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku wê çeteyên DAÎŞ’ê bidarizîne
Rêveberiya Xweser, îşaret pê kir ku nedarizandina çeteyên DAÎŞ’ê li dijî zagonên navneteweyî ye û xeteriya li ser herêmê pê zêde dibe û da xuyakirin ku ew ê dest bi darizandina çeteyên DAÎŞ’ê yên biyan bike. -
Li Şehbayê bi balafira biçek a bêmirov êrîşê wesayîtekê hat kirin
Dewleta Tirk a dagirker, li gundê Maratê yê navçeya Ehdas a Şehbayê, bi balafira biçek a bêmirov êrîşê wesayîtekê kir. Hat diyarkirin ku şehîd û birîndar hene. -
Tecrîda Îmraliyê li Kobanê û Dêrezorê hate protestokirin
Şêniyên Kobanê û Dêrazorê biryara qedexeya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din, protesto kirin. -
Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê daxwaza azadiya Ocalan kirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi çalakiyeke kon daxwaza azadiya fazîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Ciwanan bi xwepêşandanekê tecrîd şermezar kirin
Ciwanên Kobanê bi xwepêşandanekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Tecrîda Îmraliyê li Reqayê hat protestokirin
Dirêjkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Reqayê hat protestokirin. -
Li Efrînê 650 darên hinarê hatin birîn
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê bi sedan darên hinarê birî. -
Li Efrînê çar kesên din hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijartinê li herêmên dagirkirî sûcên xwe yên şer zêde kir. Li Efrînê çar kesên din hatin revandin. -
Li Şehbayê 5 gerîlayên şehîd bûn, hatin bîranîn
Li herêma Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê yên şehîd bûn, bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Komeleya El Bayt wê li dijî paşverûtiya DAÎŞ-dewleta Tirk têbikoşe
Komeleya El Beyt dixwaze fikrê Îslama radîkal a ku dewleta Tirk li ser herêmê ferz dike ji holê rake û li gorî cewhera Îslamê aştî û wekheviyê pêk bîne. -
Li herêma Firatê xêr û bêra îsal zêde ye
Ji rêveberiya Depoya Genim a gundê Rovî ya li başûrê Kobanê Ziyad Ebdulah diyar kir ku îsal ji ber barîna zêde ya baranê genim zêde hatiye. -
Dewleta Tirk li Cindirêsê kesek revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kesek revand. -
Riyad Derar: Rêveberiya Xweser ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê çareseriya rasteqîn e
Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar destnîşan kir ku înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê çareseriya rasteqîn e. -
Jinên Ciwan li Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. -
Şehîd Ebû Leyla li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Feysel Ebû Leyla bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate bibîranîn. -
QSD’ê nasnameya şehîdek xwe eşkere kir
QSD`ê ragihand ku şervanê wan yê bi navê Aslan Alkan şehîd bûye got: “Em soza berdewamkirina têkoşînê li hember tevahî êrîşên li dijî herêmê û bidestxistina armancên şehîdan didin.” -
Xelkê Sirînê li dijî tecrîdê meşiya
Şêniyên navçeya Sirînê ya Kobanê bi pêşengiya jinan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Yek ji lehengên şerê Kobanê: Feysel Abu Leyla
Yek ji şervanên Abu Leyla yê bi navê Mûsa El Helebî diyar kir ku heta kêliya dawî Abu Leyla bê navber di nava berxwedanê de bû û got: "Divê em bi yekîtiya xwe bidin ser şopa hêvî û armancên şehîdan." -
Çeteyan li Efrînê jinek qetil kir
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Taxa Maratê ya Efrînê jina bi navê Qedriye Elî ya 70 salî qetil kirin. -
Li Eyn Îsayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin
Li navçeya Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin. -
Li Efrîn a dagirkirî mêtingeheke nû hate avakirin
Li gundê Kefer Rûmê yê navçeya Şera ya Efrîn a dagirkirî, koloniyeke nû hate avakirin. -
Rêxistina Albeyt damezrandina xwe îlan kir
Tevgera baweriyê ya bi navê Al Sada Al Asarif Albeyt li Tebqayê damezrandina xwe îlan kir. -
Foza Yûsif: Navnîşana çareseriyê Rêveberiya Xweser e
Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif got “Sedema mezinbûna pirsgirêka Sûriyeyê ya ku beriya 2011’an dest pê bûye û piştî meha Adarê ya sala 2011’an veguheriye pevçûnan, hikûmeta Şamê û hêzên navneteweyî ne." -
Cenazeyê şehîd Amed Enteriyê li Qamişloyê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Kadara Ebdurehîm Îsa (Amed Enteriyê) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxanê hat veşartin. -
QSD: Hevrê Amed Enteriyê şehîd bû
QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Kadar Ebdurehîm Îsa (Amed Enteriyê) dema li ser erka xwe bûye, di encama qezayê de şehîd bûye.