Li Kobanê êrîşa hewayî
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser motorsîkleteke li ser rêya Kobanê-Helebê.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser motorsîkleteke li ser rêya Kobanê-Helebê.
Êrîş bi dema herêmî saet di 11:00 de li ser rêya Kobanê-Helebê hate kirin. Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser motorsîkletekê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di êrîşê de 3 kes birîndar bûn.
Birîndar Mihemed Behcet Eyûb, Xebat Edhem û Elaa Ebdurezzaq rakirin Nexweşxaneya Emel a li Kobanê.
Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya yek ji birîndaran giran e.