PYD: Bi êrîşên bi vî rengî kes nikare îradeya me bişkîne

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê, daxuyanî da.

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker saet di 11:55’an de li ser rêya Helebê ya li başûrê bajarê Kobanê li motorsîklêtekê xist. Di encamê de 3’ê kes bi giranî birîndar bûn, ku navê wan Mihemed Behcet Eyûb (25), Xebat Edhem (28) û Elaa Ebdurezzaq (22) e. Kesên birîndar ber bi nexweşxaneya Emel ve birin, li gorî ku bijîşkên nexweşxaneyê diyar kirin, rewşa birîndarekî girane.

Di derbarê êrîşan de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.

Endamê Meclîsa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratî Ehmed Xoce daxuyanî li cihê bûyerê da û diyar kir ku bi salane faşîzma Tirkiyeyê êrîşên xwe bê navber li ser herêmê û bi taybet li Kobanê pêk tîne, wiha domand: "Piştî têkçûna DAÎŞ’ê ku zora dewleta Tirk çû, êrîşên xwe bê navber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Di 10’ê pûşperê de jî li Kantona Şehba li gundê Ehdes ê girêdayî Gundên Helebê ye êrîşek pêk anîn. Îro jî di danê nîvro de bi balafireke bi çek a bê mirov li motorsiklêtekê da ku di encamê êrîşê de 3 kes bi giranî birîndar bûn.

Xoce bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk û wiha got: “Armanca wan şikandina îradeya gelan e, lê em ê li hemberî kiryarên dewleta Tirk her tim xwedî bertek û helwest bin. Ew armanca dewleta Tirk koçberkirin û şikandina îradeya gelê li herêmê ye, lê em gelê Kobanê heta dawiyê li hemberî her cure êrîşan li ber xwe bidin. Em bang li civaka navnetewî û dewletên Garantor dikin ku sînorekî ji êrîşên dewleta Tirk re deynin. Çiqasa êrîşên bi vî rengî li ser me pêk were, em ê bêhtir bi hêz bin û kes nikare îradeya me bişkîne."