Dewleta Tirk bombe li Til Rifetê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li derdora Til Rifetê barand. Liv û tevgera hewayî ya li herêmê dewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker bombe li derdora Til Rifetê barand. Liv û tevgera hewayî ya li herêmê dewam dike.
Li gorî agahiyan, bi dema herêmî saet di 09:00 de dewleta Tirk a dagirker bombe li derdora Til Rifetê barand.
Hate ragihandin ku li gel bombardûmanê balafirên şer jî li ser herêmê geriyan.
Agahiyên berfireh hîn bi dest neketine.