Li Til Rifetê 5 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li navçeya Til Rifet a Şehbayê, di êrîşa dewleta Tirk a hewayî de ku li ser nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê hate kirin, 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Ji doh êvarê û vir ve dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîşê dibe ser herêmên Şehba û Efrînê.

Dewleta Tirk a dagirker îro danê sibehê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê ya li derdora navçeya Til Rifet a Şehbayê bombebaran kiribû.

Li gorî agahiyên dawî di encama vê êrîşê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Di dema vê êrîşê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Şehba û Efrînê geriyan.

Doh di heman demê de li gundê Awîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dabûn.

Heman rojê, dewleta Tirk her wiha bombe li derdora baregeha Rûs a li gundê Wehşiyê yê Şehbayê jî barand. Li ser encama bombardûmanê agahî bi dest neketin.