Salvegera damezrandina PKK’ê li Luzernê hat pîrozkirin
Li Luzernê bi hezaran kes bi boneya 46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li hev civiyan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
Li Luzernê bi hezaran kes bi boneya 46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li hev civiyan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi beşdariya bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li bajarê Luzern ê Swîsreyê hat pîrozkirin. Salona Sporê ya Messe ya ku çalakî lê hat lidarxistin, bi posterên Rêber Apo, kadroyên pêşeng ên PKK'ê û kesên di têkoşîna şoreşgerî de şehîd bûne û alên PKK û KCK'ê hat xemilandin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku ji hemû bajarên Swîsreyê hatin salon tije kirin, tevahiya rojê bi yek dengî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî PKK" berz kirin û daxwaza statuya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
'PKK JI GELÊN CÎHANÊ RE BÛ HÊVÎ'
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Hevserokên CDK-Swîsre Cemal Ozdemîr û Dîlan Çetînkaya axaftina vekirinê kirin. Hevserokan diyar kirin ku têkoşîna azadiyê ya 46 salan êdî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên cîhanê veguheriye hêviyê. Hevserokan bal kişandin ser pergala êşkenceya Îmraliyê û destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê li her qadê têkoşîn bê mezinkirin.
FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ LI HER DERÊ YE
Piştre endama TJK-E’yê Şukran Sîncar axivî. Şukran Sîncar ku bi pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê û bibîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna 46 salan a PKK'ê û Rêber Apo.
Şukran Sîncar destnîşan kir ku PKK beriya her tiştî tevgereke jinê ye û destnîşan kir ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” êdî li her aliyê cîhanê ye. Şukran Sîncar bal kişand ser polîtîkayên dagirkeriyê yên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Apo û got: “Divê her kes bizane, em jin Rêber Apo azad bikin. Rêber Apo sedema me ya berxwedan û têkoşînê ye."
FUAT KAV: PKK PARTIYA GELÊN CÎHANÊ YE
Siyasetmedar Fuat Kav jî bi pîrozkirina damezrandina PKK'ê dest bi axaftina xwe kir. Kav got: “PKK weke ku Rêber Apo gotiye dîrok e. Dîroka Kurdistanê û cîhanê ye. PKK 46 sal berê li Kurdistanê hat damezrandin, lê îro bûye partiya gelên cîhanê. Îro ne tenê Kurd di nava PKK'ê de cih digirin, hemû gel di nava PKK'ê de cihê xwe girtine. Her kesê ku alîgirê mafên mirovan û demokrasiyê ne niha li gel PKK’ê ne. Yanî PKK êdî partiya gelên cîhanê ye. Serok Apo jî wisa ye. Serok Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, di heman demê de Rêberê gelên cîhanê ye. Rêber Apo bi paradîgmaya nû ya ku li Îmraliyê derxistiye holê xwe gihand gelên herî dûr ên cîhanê. Êdî beşên cuda yên civakê li ser paradîgmaya Rêber Apo nîqaşan dikin û vê paradîgmayê ji bo avakirina cîhaneke nû weke hêvî û îlhamê dibînin. Îro ji çar aliyê cîhanê gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.”
PÊNGAVA AZADIYÊ MEZINTIR BIKIN
Kav bal kişand ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û wiha domand: “Pêngava azadiyê ya ku salek berê dest pê kir, her diçe mezin dibe. Hevalên Rêber Apo li her derê ji bo azadiya wî têdikoşin. Loma em dibêjin; Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd, Rêberê gelên cîhanê ye. Erka me ew e ku em vê pêngavê hîn mezintir bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em êdî baş dizanin ku azadiya Rêber Apo pêkan e.”
Kav li ser girîngiya berxwedana PKK'ê rawestiya û wiha pêde çû: “Yên ku difikirîn ku 46 salan wê PKK'ê têk bibin û tine bikin, şaş bûn. PKK niha ji her demê bihêztir e. Tişta ku ew fêm nakin: PKK têk naçe."
Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranên Koroya Jinên Baselê, Baran Bazîd, Koma Rojhilat, Meral Alkan, Kawa Urmiye, Rotînda, Awazê Mîtra û gerandina govendê heta saetên dereng berdewam kir.