Milîsên jin li Stenbolê çalakiya sabotajê li dar xistin

MJAR'ê ragihand ku li Bagcilara Stenbolê wesayîta faşîstekî AKP’yî ku fealiyetên nijadperestî, gefxwarin û çetewariyê bi rê ve dibe, şewitandine. 

Milîsen Jinên Agir û Rojê (MJAR) daxuyan ku li Bagcilara Stenbolê wesayîta faşîstekî AKP’yî şewitandine. 

Milîsen Jinên Agir û Rojê (MJAR) der barê çalakiyê de ev agahî parve kir: “Hatiye tespîtkirin ku ev şexs AKP’yî ye û li ser navê AKP’ê xebatên nijadperestî, gefwarin û çetewarî bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê ji aliyê milîsên me ve li dijî wesaîta wî çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin.”

Milîsên jin diyar kirin ku her kesê ku xebatên tiryak, bêexlaqî û çetewariyê bi rê ve dibin di hedefa wan de ne û bang li jinên ciwan kirin ku tevlî refên têkoşînê bibin.