Li Ehdasê 3 şehîdên YPG’ê hatin bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo 3 şervanên YPG’ê yên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, merasîma bîranînê li dar xist.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê, ji bo 3 şervanên YPG`ê yên di êrîşa 10`ê Hezîranê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, merasîma sersaxiyê li dar xist.

Şervanên YPG`ê Tolhildan Efrîn (Mihemed Hemo), Amed Şêrawa (Elî Dawûd) û Dilşêr Efrîn (Yehya Xidir) di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya wan de, li navçeya Ehdasê şehîd bûbûn û duh li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê bi merasîmeke hatibûn veşartin.

Merasîma sersaxiyê li qada Kampa Serdem a li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê hat lidarxistin û bi hezaran koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê, endamên sazî û meclîsan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, piştî rêzgirtinê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Sureya bal kişand ser girîngiya xweparastinê û got: "Parastina vê axê erkeke li ser milê me ye. Em xwediyên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ne. Em ê wan bajaran di destê dijmin de nehêlin. Em xwediyên çar parçeyên Kurdistanê ne. Em rêya şehîdên xwe bernadin, em ê xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin. Em ê tola şehîdên xwe hildin.”

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Elî Selamê jî got: “Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 3 cangoriyên me bûn kevok û firiyan ezmanê welatê me. Em bejna xwe li hember şehîdên xwe ditewînin. Bila dagirker bizanin; wê nikaribin berxwedana gel têk bibin. Ji ber ku ev gel gelê Rêber Apo ye, li ser fikr û felsefeya Rêber Apo mezin bû.”

Piştî axaftinan nasnameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin. Merasîm bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.