Fedaî Rojger Hêlîn û Asya Alî li Linzê hatin bibîranîn
Endamên Tabûra Nemiran şehîd Rojger Hêlîn û Asya Alî yên 23’yê Cotmehê li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞ’ê çalakiya fedaî kirin, li Linzê hatin bibîranîn.
Endamên Tabûra Nemiran şehîd Rojger Hêlîn û Asya Alî yên 23’yê Cotmehê li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞ’ê çalakiya fedaî kirin, li Linzê hatin bibîranîn.
Endamên Tabûra Nemiran şehîd Rojger Hêlîn (Alî Urek) û Asya Alî (Sevjîn Alçîçek) yên 23’yê Cotmehê li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞ’ê çalakiya fedaî kirin, li bajarê Linz ê Awusturyayê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Awusturya û Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Linz (DKTM) li avahiya DKTM’ê hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyê şehîd Rojger Hêlin, Asya Alî û Rêber Apo hatin danîn.
Bîranîn di şexsê şehîd Rojger Hêlîn û Asya Alî de ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre sînevîzyona li ser jiyana şehîd Rojger Hêlin û Asya Alî hat pêşandan.
Di bîranînê de namyên fedaî Rojger Hêlîn û Asya Alî li pey xwe hiştine hatin xwendin. Piştre li ser navê Meclîsa Jinê ya Avasta Agirîn Rojava axivî. Agirîn Rojava anî ziman ku şehîd Rojger Hêlin û Asya Alî, xeta Zîlan di têkoşîna heqîqetê ya Kurdan de domand û ji bo siberoja azad a mirovahiyê xwe feda kirine.
Ozgur Nûjîn jî li ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî axivî û banga geşkirina têkoşînê kir.
Piştre Nêrgîs Mêrdîn jî têkildarî pêvajoya siyasî nirxandin kir û banga tevlîbûna meş û mîtînga 27'ê Mijdarê ya li Viyana ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, kir.