Îsraîlê bombe li derdora Şamê barand
Hate ragihandin ku Îsraîlê vê sibehê êrîşeke hewayî biriye ser nuqteyên nêzî Şamê. Li gorî agahiyan di êrîşê de leşkerekî Şamê bi giranî birîndar bûye.
Hate ragihandin ku Îsraîlê vê sibehê êrîşeke hewayî biriye ser nuqteyên nêzî Şamê. Li gorî agahiyan di êrîşê de leşkerekî Şamê bi giranî birîndar bûye.
Li gorî ajanseke nûçeyan a nêzî hikumeta Şamê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, Îsraîlê ji aliyê herêma Colan a dagirkirî vê sibehê êrîşeke hewayî bir ser hin nuqteyên li başûr rojavayê Şamê.
Hate ragihandin ku di êrîşê de leşkerek bi giranî birîndar bû û zirarên madî li herêmê bûn.
Li gorî heman ajansê pergala parastina hewayî jî bersiv da êrîşa bi roketan û gelek jê xistin xwarê.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî piştrast kir ku Îsraîlê êrîş kiriye.
SOHR'ê diyar kir ku êrîş li derdora Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, herêma Keswê ya li başûr rojavayê Şamê pêk hatiye û depoyên komên alîgirên Îranê hatine bombekirin.
Li gorî SOHR'ê, hedefên ku hatin bombekirin hatin rûxandin û di encamê de birîndar hene ku yek ji wan endamê hêzên hikumeta Şamê ye.
Her wiha diyar kir ku ji komên alîgirê Îranê jî kuştî hene.