QSD: Li Deşîşe komek çeteyên DAÎŞ’ê hate bêbandorkirin

QSD’ê ragihand ku li bajarokê Deşîşê yê li başûrê Hesekê bi operasyonekê girtiye bi ser komek çeteyên DAÎŞ’ê de û got: “Çeteyek hat kuştin û 2 jî hatine girtin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hêzên Komandos ên girêdayê wan çalakiyek li bajarokê Deşîşe yê bajarê Şedadê yê başûrê Hesekê li dar xistiye.

QSD'ê diyar kir ku wan 2 çete girtine û çeteyekê din gule li wan barandiye, lê di encama bersivandina hêzên wan de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de QSD'ê diyar kir ku koma çete ji sînorê Iraqê û deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirka dagirker re hatiye derbaskirin da ku hêzên QSD'ê û sivîlên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin ji xwe re bikin armanc û ewlehiya herêmê têk bibin.

QSD'ê destnîşan kir ku ew ê li xebatên têkbirina hicreyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê dewam bike.