Ezmûnên dawiya salê ya Zanîngeha Kobanê dest pê kir

Zanîngeha Kobanê dest bi ezmûnên qonaxa dawî ya sala xwendinê kir.

765 xwendekarên Zanîngeha Kobanê dest bi ezmûnên dawiya qonaxa xwendinê kirin. Ezmûnên beşên Wêjeya Kurdî û Ziman û Wêjeya Erebî, Fakulta Zanista Xwezayî, Bîrkarî, Kîmya, Peymangeha Zanistê Perwerdehiyê, Biyolojî, Peymangeha Ingilîzî, Peymangeha Erdnîgarî, Peymangeha Mamostetiya Refê, Peymangeha Beşa Zagon û Rêvebirinê, Peymangeha Jimariyê, Beşa Tiqenî, Kehreba û Mekanîk, Beşa Kompûter, Fakûlta Perwerdeyê, Peymangeha Bijîşkî, Hemşîre, Benckirin û Testê dest pê kirin.

Wê heta 26’ê Pûşperê ezmûn bidomin.