Li Stenbolê tundiya mêr: Tevî kujer 5 kes jiyana xwe ji dest dan

Kesê bi navê Bahtiyar Aladag piştî diya xwe Necmiye Aladag û bavê xwe Muhammet Aladag jî di nav de 4 kes qetil kir, xwekuşt.

Li taxa Celaliye ya navçeya Buyukçekmeçe ya Stenbolê kesê bi nave Bahtiyar Aladag diya xwe Necmiye Aladag û bavê xwe Muhammet Aladag jî di nav de 4 kes qetil kir. Kujer Aladag xwişka xwe Buket Aladag jî bi giranî birîndar kir, piştre çû dikana berberiyê ya zavê xwe Gokhan Soylu ya Avcilarê. Li wir Soylu muşteriyê bi navê Mehmet Salih Ozsokuk birîndar kir.

Ozsokuk ê birîndar li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da, Bahtiyar Aladag piştî ku xizmê xwe Şadan Serdar Buke li taxa Fatîhê ya Esenyurtê qetil kir, xwekuşt.