Dewleta Tirk êrîşî Minbicê kir: 2 şervan şehîd bûn û şervanek birîndar bû
Hat ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundên Minbicê de 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûne û şervanek jî birîndar bûye.
Hat ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundên Minbicê de 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûne û şervanek jî birîndar bûye.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro danê êvarê bi dehan topên obîs gundê El Tuxar ê dikeve bakurê bajarê Minbicê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ziyanên madî yên mezin gihaştin zeviyên çandiniyê yên sivîlan.
Her wiha balafireke keşfê ya dagirkeran benda kontrolê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li gund Diric jî bomberbaran kir û di encamê de şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bû.
Li derdora Pira Qerqûzak a dikeve rojhilatê Minbicê, balafireke keşfê ya artêşa dagirker nuqteyeke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bombebaran kir. Di encamê de şervanekî meclîsê şehîd bû û şervanek jî birîndar bû.”