Êrîşên dewleta Tirk li Reqayê hatin protestokirin

Xelkê Reqayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiya.

Şaxê Reqa yê Meclîsa Ciwanan a Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, li dijî sûc û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, meş li dar xist.

Bi sedan kes, mezinên eşîran, endamên Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, ciwan, Yekitiya Jinên Ciwan, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn.

Xelk li ber Parka 7’ê Nîsanê hat ba hev û ber bi Çerxerêya Neîmê ve meşiya. Gava meşê bêyî sekin dirûşmeyên “Girê Spî azad, bila derkevin dagirker” û ”Na, ji qetilkirina zarokan re” hatin berzkirin.

‘DEWLETA TIRK SÛCÊN HOVANE DIKE’

Xelk ku gihîşt Çerxerêya Neîmê, Berdevka Meclîsa Ciwanan Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Fîda El Meşleb daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ji çîrokên li ser mafên mirovan aciz bûne. Li ber çavên wan mirov tên qetilkirin. Bi sûcên hovane û terora ku dewleta Tirk dike, rûyê rast ê hêzên navneteweyî derketiye holê. Qirkirinê bidin sekinandin. Heta ku em bigihîjin hedefên xwe yên rewa, wê rêwîtiya me ya aştiyane berdewam be.”