ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
100 sivîl hatin rizgarkirin, 15 çete hatin kuştin
Di şerê çar aliyê Reqayê qewimî de, 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuşin. Şervanan 100 sivîl jî lepên çeteyan rizgar kirin. -
Cenazeyê Berxwedan Zagros hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Berxwedan Zagros ê ku 10'ê Tîrmehê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin. -
Wesayîtekî bombebarkirî ya dewleta Tirk hat rûxandin
Şervanên Hêzên Şoreşger wesayîteke bombebarkirî ya artêşa Tirk û çeteyên wê beriya ku bigihêje armaca xwe teqandin. -
NÛ BÛ-Operasyona Reqa: 13 çete hatin kuştin
Pêşveçûnên şervanên QSD’ê ber bi Reqayê ve pêşve diçin. Di şerê îro qewimî de 3 jê sekvan, 13 çete hatin kuştin. -
YPG'ê nasnameya şehîdên Reqayê eşkere kir
YPG'ê, nasnameya 9 şehîdên ku di navbera dîrokên 12'ê Tîrmeh û 2'ê Tebaxê yên Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn eşkere kir. -
Li gel her tiştî jî hêviya wan naşikê
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD’ê dest pê kirî 60 roj li pey xwe hişt. Li bajêr her roj şerekî giran heye. -
YPG'ê bîlançoya şer a mehekê eşkere kir
YPG'ê, bîlançoya şer û êrîşên meha Tîrmehê yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê rû dan, eşkere kir. YPG'ê diyar kir, dewleta Tirk 159 caran êrîşî Rojava kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, nîvê Reqayê hatiye paqijkirin. -
YJŞ'ê hêza xwe ya li Reqayê zêde kir
Di roja salvegera komkujiya Şengalê de YJŞ'ê hêza xwe li Reqayê zêde kir. Komeke din a ji şervanên YJŞ bi armnca rizgarkirina Êzîdiyên ji aliyê DAIŞʹê ve hatine revandin gihişt Reqayê. -
Operasyona Reqayê: QSD'ê komek ji sivîlan rizgar kir
Tîmên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), komek ji sivîlan ji taxa Reqa ya berê derxistin û birin herêmên ewle. Her wiha cenazeyên 6 sivîlên ji ber teqemeniyên çeteyan jiyana xwe ji dest dan, rakirin. -
Li Şehbayê baregeha çeteyên artêşa Tirk hate rûxandin
Hêzên Şoreşger ên hevbeş ên herêma Şahbayê, barageha çeteyên artêşa Tirk a dagirker a gundê Kilcibrînê ya bi ser herêmên Şahbayê ve rûxandin. -
Şehîdên Pêngava Reqayê li Serêkaniyê hatin veşartin
Welatiyên bajarên Serêkaniyê, Dirbesiyê û Zirganê cenazeyên 4 şehîdan li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin. -
Li Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD′ê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD′ê li Goristana Şehîdan veşartin. -
Li Reqayê şer didome: 28 çete hatin kuştin
Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya ber bi navenda Reqayê ve dom dike.Di şerê çar aliyên bajêr rû dayî de28 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên çeteyan jî hatin rûxandin. -
Meclîsa PYD′ê, qirkirina civaka Êzidî şermezar kir
Meclîsa Giştî ya PYD′ê qirkirina li Şengalê şermezar kir û berxwedana dîrokî ya gêrîlayên HPG′ê û şervanên YPG/YPJ′ê silav kir. -
Pêngava Reqa: Herêma Mizgefta El-Muna, Bustan û Keracê hatin rizgarkirin
Pêşveçûna şervanên QSD′ê didome û herêmên mizgefeta El-Muna, Bustan û keracê yên dikevin başûrê bajêr hatin rizgarkirin. -
Artêşa Tirk topan diavêje bajarokê Minix û gundên Şêrawayê
Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, topan diavêjin bajarokê Minix ê Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê. -
Nasnameya 4 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê hatin eşkerekirin
YPG'ê nasnameya 4 şervanên di navbera 27-30'ê Tîrmehê de li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Fermana 73'an li wargeha Newrozê hate şermezarkirin
Fermana 73'an a li Şengalê roja 3'ê Tebaxa 2014'an li civaka Êzidî rabû, li wargeha Newrozê ya li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin. -
Operasyona Reqayê: Şervan bi pêş ve diçin, 13 çete hatin kuştin
Li taxên Reqayê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her bi pêş ve diçin. Di şer de 13 çete hatin kuştin. Her wiha ji ber teqîna mayineke çeteyan, hin sivîlên dixwestin xwe bigihînin herêmên ewle birîndar bûn. -
Koalîsyona Sûriyeyê bû êsîrê Erdogan
Gotara Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed a li rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nivîsand. -
Artêşa Tirk gundên Şehbayê bomberdûman dike
Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê gundên Um Hoş, Herbel û Şêx Îsa li gel bajarokê Til Rîfet ên Şehbayê bomberdûman dikin. -
Li Kobanê cenazeyê 2 şervanên azadiyê hatin veşartin
Li Kantona Kobanê cenazyê 2 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne li Goristan Şehîd Dijle hatin veşartin. -
QSD li Reqayê pêşve diçe: 15 çete hatin kuştin
Pêşveçûnên şervanên QSD'ê li 2 eniyên bajêr didome û 15 çete hatin kuştin. -
MSD: SUK dixwaze şoreşê bi paş bixe
Desteya Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir SUK ji bo ku şoreşê bi paş bixîne dixwaze PYD û hêzên leşkerî bikeve nav ‘lîsteya terorê’ û got, ‘’SUK li gorî berjewendiya hêzên deverî û navdewletî tevdigere’’. -
Topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser Şehbayê dewam dike
Çeteyên artêşa Tirk şeva din gundê Şêx Îsa, Belûniyê û Bajarokê Erfad(Til Rifet) ên li Şehbayê topbaran kirin.