NÛ BÛ-Operasyona Reqa: 13 çete hatin kuştin
Pêşveçûnên şervanên QSD’ê ber bi Reqayê ve pêşve diçin. Di şerê îro qewimî de 3 jê sekvan, 13 çete hatin kuştin.
Pêşveçûnên şervanên QSD’ê ber bi Reqayê ve pêşve diçin. Di şerê îro qewimî de 3 jê sekvan, 13 çete hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 59`an de, didome. Di vê çarçoveyê de, li taxa El-Rewda ya aliyê rojhilat ê Reqayê, 1 jê sekvan 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. Şervan li derdorî Mizgefta Etîqê wesayîteke docka li ser barkirî rûxandin.
Li taxa El-Nehda û Mesakin El-Idxar a ku dikeve bakur-rojavayê Reqayê, şervanên QSD`ê bi pêşve çûn û gelek avahî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di şerê li vir de, 2 jê sekvan 6 çete hatin kuştin.
Li taxa El-Diriyê ya aliyê rojava yê Reqayê, sekvanên QSD’ê 3 çeteyên DAIŞ’ê kuştin.
Li aliyê din, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê, şeva din 3 malbat ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Birîndar ji aliyê şervanan ve gihandin cihê herî nêzîk ên tenduristiyê.
GELEK SIVÎL HATIN RIZGARKIRIN
Pêşveçûna şervanên QSD'ê yên li taxên Reqayê didome. Şervan li eniya başûrê Reqa xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ'ê şikandin û mayînên çeteyan bê bandor kirin. Her wiha şervanan di navbera taxa Nezlit Şihadê û navnda bajêr de korîdorekî ji bo sivîlan vekirin. Tîmên taybet yên QSD'ê bi dehan sivîl rizgarkirin û gihandin cihê bi ewle. Li aliyê din Komîteyên Xizmetê yên Meclîsa Sivîl a Reqayê pêdiviyên sivîlan bi cih tînin.
Birndarên ji aliyê çeteyan ve hatine hedefkirin ku di nava sivîl de hatin rizgarkirin, ji aliyê şervanan ve gihandin navendên herî nêzîk ên tenduristiyê.