YPG'ê nasnameya şehîdên Reqayê eşkere kir
YPG'ê, nasnameya 9 şehîdên ku di navbera dîrokên 12'ê Tîrmeh û 2'ê Tebaxê yên Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn eşkere kir.
YPG'ê, nasnameya 9 şehîdên ku di navbera dîrokên 12'ê Tîrmeh û 2'ê Tebaxê yên Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 9 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê eşekere kir.YPG: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên xwe yê welatparêz re dixwazin."
Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike; "Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi hemû dijwariya xwe û bi pêşveçûyîna şervanên me berdewam dike. Gelên me yên herêmê Kurd, Ereb, Aşurî û netewên din di bin sîwana aşitî û biratiyê bijîn û xwe bixwe birêve bibin îro li dijî çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê mil bi mil dane hev, şerê lehengî û qehremaniyê didin.
'ŞAHIDÊ ŞOREŞA ROJAVA RÊHEVAL MÎTAN QEHREMAN'
Di pêngava dîrokî de me gelek qehremanên nemir ji bo oxira welatekî azad û biratiya gelan de, da. Me di meha borî de Heval Şevîn, Sozdar, Çiya û gelek rêhevalên me ku ji şahidên şoreşa Rojava bû di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd dabûn. Em îro jî yek ji wan şahidê şoreşa Rojava rêhevalê me Mîtan Qehreman û 7 hevalên me ku li Reqayê şehîd bûne ji gelê xwe re aşkere dikin.
Rêheval Mîtan 1993’ê ji Girkêlegê çavê xwe ji cîhanê re vedike. Bi belavbûna fikra azad a Apoyî li Kurdistanê û tevahî cîhanê, bandora xwe li ser malbata Heval Mîtan jî dike ji ber di zaroktiya xwe ve ev fikra azad hembêz dike û xwe nas dike. Piştî bi destpêkirina şoreşa Rojava ruxmê ku rêheval Mîtan zewiciye jî bê tereddût tevlî şoreşê dibe û erkên şoreşê ku dikeve ser milên wî di jiyanê de dixe meriyetê û dest bi kar dike. Şehîd Mîtan di şerên ku li hember çeteyên El Nusra, çeteyên DAIŞ’ê û komên çete yên din li hemû eniya şer de herî pêş de cih digre. Him di jiyanê de him jî li şer de bi sekn û fedekariya xwe, bi tevlîbûna xwe ya rast ji hevalên xwe re dibe mînak. Herî dawî li Reqayê bi erka yek ji fermandariya eniya Reqayê cih digre û li hember çeteyên DAIŞ’ê him şer dike him jî hevalê xwe dide şer kirin. Rêheval û fermandar Mîtan Qehreman wek bi navê xwe yê “Qehreman” dema xwest gelên ku di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de xilas bike operasyon dide destpê kirin û pevçûnên ku di navbera şervanan û çeteyan de bi qehremanî şer dike û digihîje şehadetê.
Her wiha rêhevalê me Şiyar Kizil ku erk û peywira xwe li bajarê Dirbêsiyê pêk dianî di encama qezayekî de gihîştiye şehadetê.
Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku emê ji bo rizgarkirina Reqayê bedelê wî çi dibe bila bibe tekoşîna xwe bilind bikin û faşîzma DAIŞ’ê têk bibin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên xwe yê welatparêz re dixwazin.
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Berxwedan Zagros
Nav û Paşnav: Samî Elgeûd
Navê Dayikê: Gundê Girê Merge /Tirbespiyê
Navê Bav: Bedaa
Cihê Jidayikbûnê: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 28’ê Tîrmeha 2017
***
Nasnav: Cesur Kemal
Nav û Paşnav: Ebdilmehîm Selman
Navê Dayikê: Xewle
Navê Bav: Mustafa
Cihê Jidayikbûnê: Çilaxa Herma
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 2’yê Tebaxa 2017
***
Nasnav: Demhat Til Temir
Nav û Paşnav: Ebdurezaq
Navê Dayikê: Hisa
Navê Bav: Hisên
Cihê Jidayikbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 2’yê Tebaxa 2017
***
Nasnav: Dewran Til Hemîs
Nav û Paşnav: Ebdulah Şîhan
Navê Dayikê: Neyma
Navê Bav: Merfoa
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 22’yê Tîrmeha 2017
***
Nasnav: Dilbirîn Reqqa
Nav û Paşnav: Elî Mehmûd Elî
Navê Dayikê: Salha
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Jidayikbûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 1’ê Tebaxa 2017
***
Nasnav: Mehmûd Misede
Nav û Paşnav: Mihemed Tirkî Elî
Navê Dayikê: Fatîm
Navê Bav: Tirkî
Cihê Jidayikbûnê: Til Koçer
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 1’ê Tebaxa 2017
***
Nasnav: Mîtan Qehreman
Nav û Paşnav: Mîtan Temo
Navê Dayikê: Hedya
Navê Bav: Behrem
Cihê Jidayikbûnê: Girkêlegê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 2’yê Tebaxa 2017
***
Nasnav: Şiyar Kizil Serhed
Nav û Paşnav: Cezmî Kizil
Navê Dayikê: Dîlber
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Dirbêsiyê / 31’ê Tîrmeha 2017
***
Nasnav: Zinar Dêrik
Nav û Paşnav: Mihemed Romî
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Casim
Cihê Jidayikbûnê: Gundê Cinediyê /Girkêlegê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 12’ê Tîrmeha 2017"