YJŞ'ê hêza xwe ya li Reqayê zêde kir
Di roja salvegera komkujiya Şengalê de YJŞ'ê hêza xwe li Reqayê zêde kir. Komeke din a ji şervanên YJŞ bi armnca rizgarkirina Êzîdiyên ji aliyê DAIŞʹê ve hatine revandin gihişt Reqayê.
Di roja salvegera komkujiya Şengalê de YJŞ'ê hêza xwe li Reqayê zêde kir. Komeke din a ji şervanên YJŞ bi armnca rizgarkirina Êzîdiyên ji aliyê DAIŞʹê ve hatine revandin gihişt Reqayê.
Bi wesîlaya salvegera 3. a komkujiya Şengalê, Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hêza xwe ya tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê kiriye, zêde kir.
Îro Komeke din a ji şervanên YJŞ'ê di çarçoveya piştgiriya şervanên QSD'ê de, ji bo rizgarkirina welatiyên Êzîdî yên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û sivîlên di bajar de asê mane, gihişte Reqayê.
Çavkaniyên YJŞ'ê dan zanîn ku komeke din ji şervanên YJŞ'ê îro derbasî bajarê Reqayê bûn û tevlî şerê li dijî DAIŞʹê bûn.
Ev kom jî tevlî koma berê ya YJŞ'ê ku hatibû Reqayê bû û li kêleka şervanên QSD'ê li dijî komên çete yên DAIŞʹê şer dike.