Pêngava Reqa: Herêma Mizgefta El-Muna, Bustan û Keracê hatin rizgarkirin
Pêşveçûna şervanên QSD′ê didome û herêmên mizgefeta El-Muna, Bustan û keracê yên dikevin başûrê bajêr hatin rizgarkirin.
Pêşveçûna şervanên QSD′ê didome û herêmên mizgefeta El-Muna, Bustan û keracê yên dikevin başûrê bajêr hatin rizgarkirin.
Ji saetên sibehê ve li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê bajarê Reqayê, şerekî dijwar rû da û encamê de herêmên mizgefta Muna, Bustan û keracê hatin rizgarkirin. Rûbera van herêmên 2 km2 . Her wiha 8 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin û hejmarek çete tevî birîndarên xwe ji qadê reviyan navenda bajêr û herêma kolêja endezyariyê.
Ji taxê tenê herêma kolêja endezyariyê û herêmên derdorê di destê çeteyên DAIŞ′ê de mane. Ev herêm ji aliyê şervanan ve hat dorpêçkirin, da korîdoreke bi ewle ji bo sivîlên ku di hundir de asê mane, were vekirin. Şevê din jî hejmarek welatiyên sivîl dema ku hewl didan ji taxê birevin, di encama mayînên çeteyan de, birîndar bûn û ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin.
Li taxa Rewda ya dikeve bakurê rojhilatê bajêr jî, çeteyan bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîşî nuqteyên şervanan kirin. Her 2 wesayît beriya bigêjin armanca xwe ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin. Di encamê de 2şervanên QSD′ê birîndar bûn.
li aliyê din beriya saetekê şer veguherî taxa Berîd a dikeve bakurê rojavayê bajêr. Şervan ber bi herêma Mesakin Idîxar û taxa Nehda ve pêşve çûn. Lê di derbarê şerê li wê herêmê rû da de, ti agahî nehatin bidestin.