Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 57'an de ye. Şervanên QSD'ê, li taxa El Berîd a li bakurrojavayê bajêr û li Mesakin El Idxarê bi pêş ve çûn û gelek nuqte ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Di vî şerî de 4 çete hatin kuştin.
Li taxa El-Diriyê ya li navenda bajarê Reqayê, 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn.
Li taxa Nezlit Şehadê ya li başûrê Reqayê, ku çend roj berê şerekî giran lê rû da bû, şervan bi pêş ve diçin, mayinan radikin û korîdorên ewle ji bo sivîlan vedikin. Li vê derê duh heta derengiya şevê şerekî dijwar qewimî û di encamê de 5 çete hatin kuştin.
Li taxa Hişam Ebdulmelk jî, ku piraniya wê hatiye rizgarkirin, şervanên QSD'ê hewl didin sivîlên ku li derdora Fakulteya Endezyariya Sivîl asê mane, rizgar bikin. Dema hinek ji sivîlan xwe ji çeteyan xelas dikirin û berê xwe dan cihên rizgarkirî, mayina çeteyan bi wan ve teqiya. Di encamê de hinek sivîl birîndar bûn. Gelek sivîlên din jî xwe di nava malan de veşartine, ku çete wan nekin hedef.
Her wiha li derdora fakulteyê sekvanekî DAIŞ'ê hate kuştin.