ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
ÇAVDÊRÎ: Mirov li Reqayê bi şimikê jî şer dikin
Dema ku nû hatibûm Reqayê, min gelekî meraq dikir bê ev mirov çawa dikarin bi şimikê şer bikin. Lê niha fêhm dikim, li Reqayê mirov bi şimikê jî şer dike. Mûhammed ê ji Reqayê ji ber ku benikê şimika wî qut bû, sê hefteyan bi pîxwasî şer kir. -
Cenazeyên 3 şehîdên 'Cenga Mezin' hatin veşartin
Li Efrîn û Sirînê cenazeyê 3 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê ji aliyê sedan kesan ve bi merasîman hatin veşartin. -
Artêşa Tirk gundê En Deqnê û Til Rifet topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê En Deqnê û bajarokê Til Rifet yên herêma Şehbayê topbaran dike. -
Li Reqayê şerê dijwar: 14 çete hatin kuştin
Li gelek taxên Reqayê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerên dijwar diqewimîn. Di şer de 14 çete hatin kuştin û şervanekî QSD'ê şehîd bû. Di şer de 2 şervanên YJŞ'ê jî di nav de 3 şervan birîndar bûn. -
Artêşa Tirk sivîlek qetil kir
Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî sivîlek qetil kir. -
Robert Jones: Koalîsyona Navnetewî wê piştgiriyê bide Meclîsa Sivîl a Reqayê
Cîgirê Fermandarê Hêzên Koalîsyoan Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê Robert Jones ragihand ku wê Koalîsyona Navnetewî ji aliyê siyasî û xizmetguzariyê ve piştgiriyê bide Meclîsa Sivîl a Reqayê. -
228 şervanên din tevlî QSD`ê bûn
Li Akademiya Şehîd Ezîz a Girê Spî, 228 şervanan dewreya xwe ya perwerdeyê bidawîkirin û bi merasîmekê tevlî QSD`ê bûn. -
45 ji 100’î yê Reqa ketiye jêr kontrola QSD’ê
Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku 45 ji 100’î yê Reqayê xistine jêr kontrola xwe. -
Erîşên dewleta Tirk, li Cindirêsê hat protesto kirin
Bi hezaran kesên ku li Cindirêsê li hev kom bûn, bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrîn û Şehbayê protesto kirin. -
Artêşa Tirk bombeyan li Efrîn û Şehbayê dibarîne
Artêşa Tirk a dadgirker, bombeyan li bakurê bajarokê Til Rifat û derdora Eyn Deqnê yên Şehbayê û gundê Biniye yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dibarîne. -
Sê şehîd li El-Keramayê hatin veşartin
Sê şervanên YPG'ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li gundê Cedîd Xabûr ê bajarokê El-Keramayê hatin veşartin. -
Li Reqayê karê sereke rizgarkirina sivîlan e
Pêngava rizgarkirina Reqayê ku bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD'ê tê meşandin 45 roj li pey xwe hişt. Şervanên QSD'ê heta niha 40 ji sedî yê bajêr kontrol kirine. -
YPG'ê bîlançoya êrîşan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, bîlançoya 5 rojên dawî ya êrîşên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê, eşekre kir. -
'Ciwan wê li dijî dagirkeriyê şer bikin'
Bi hezaran ciwanên ji Qamişloyê, bi wesîleya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê meşiyan. -
Şehîdên Reqayê li Girê Spî hatin veşartin
7 şervanên li Reqayê şehîd bûn, li Şehîdgeha Mehmûd Tumê ya li Girê Spî hatin veşartin. -
Rûbarî: Felsefeya Ocalan rêya me ronî kir
Cahît Rûbarî qala têkiliya xwe ya dîrokî ya bi Ocalan re kir û got, felsefeya Ocalan rêya wan ronî kiriye. -
Li Rojava Akademiya Tipê ya Mezopotamyayê vebû
Li Rojava û gelemperiya Sûriyeyê, yekemîn Akademiya Tipê vebû. Ev akademî wê di mijara tenduristiya civakê de bixebite. -
Artêşa Tirk jingehên sivîlan bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, jingehên welatiyên sivîl ên li Herêma Şehbayê bombe dikin. -
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk kampa Rûbar bomberdûman dike
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk, bi topan hewanan êrîşî derdorî Kampa Rûbar a Koçberan dike. -
Artêşa Tirk gundên Efrînê bomberdûman dike
Artêşa Tirk, li Efrînê 40 dar birîn, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê lêkirina dîwar jî didomîne, dîsa bi çekên giran gundên Baslî û Cilber ê girêdayî navçeya Şêrewa bomberdûman dike. -
Berdevkê YPG’ê Mehmûd: Bila ti kes ji çapemeniya Tirk bawer neke
Berdevkê YPG’ê Mehmûd got: “Çapemeniya Tirk şerê taybet birêve dibe. Berxwedana û îtifaqa me ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li gel hêzên Koalîsyonê û DYA’yê wê bidome.” -
Li Şehbayê darbe giran li artêşa Tirk û çeteyên wê ket
Hêzên Şoreşger derbeke giran li artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve xist ku dixwestin êrîş bi ser Şehbayê de bînin. -
Artêşa Tirk Eyn Deqnê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Gundê Kilcebrînê, Gundê Eyn Deqnê ya herêma Şehbayê topbaran dike. -
YPG: Em ê têkoşîna hevrê Şevîn bidomînin
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir 5 şervanên YPG’ê di navbera 17-19’ê Tîrmehê de şehîd bûne û li ser Şevîn Cûdî got, ‘’ Hevrê Şevîn, di şerê li dijî faşîzm û paşverûtiyê ya herêmî de nûnereke xurt ya pêşengtiya jinê bû’’ -
Şervan bi pêş ve diçin: 2 kîlometre ma ku enî bigihêjin hev
Di Pêngava Azadkirina Reqayê de şervan bi pêş ve diçin. 2 kîlometre ma ku enî bigihêjin hev.