Li Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD′ê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD′ê li Goristana Şehîdan veşartin.
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD′ê li Goristana Şehîdan veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên şervanên QSD′ê Tariq Mihemed, Raid Yûsif Ibêd (Ebû Şehid) û Cuma Ehmed ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a bajêr veşartin.
Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Xeyrî Mihemed got ku wan biryara ″An jiyana azad, an mirina azad″ daye.
Piştre jî Hevseroka Meclîsa Sivîl a Tebqayê Rewşen Hemê bal kişand ser berxwedana şervanên azadiyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê û dagirkeriya Tirk de.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şervanên azadiyê bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve li goristanê hatin veşartin.