Artêşa Tirk gundên Şehbayê bomberdûman dike
Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê gundên Um Hoş, Herbel û Şêx Îsa li gel bajarokê Til Rîfet ên Şehbayê bomberdûman dikin.
Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê gundên Um Hoş, Herbel û Şêx Îsa li gel bajarokê Til Rîfet ên Şehbayê bomberdûman dikin.
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser bajarok û gundên Şehbayê yên hatine rizgarkirin re difirin. Li aliyê din hêzên dagirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê dîsa dest bi bomberdûmana herêmê kirin.
Li gorî agahiyên ajansa ANAH’yê, balafirên keşfê yên artêşa Tirk ji saet 20:00’an û vir ve li ser herêmên rizgarkirî yên Şehbayê re difirin. Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Kilkibrîn û bajarokê Marî yê bi cih bûne, bajarokê Til Rifet û gundên Um Hoş, Herbel û Şêx Îsa dîsa bomberdûman dikin.