Wesayîtekî bombebarkirî ya dewleta Tirk hat rûxandin
Şervanên Hêzên Şoreşger wesayîteke bombebarkirî ya artêşa Tirk û çeteyên wê beriya ku bigihêje armaca xwe teqandin.
Şervanên Hêzên Şoreşger wesayîteke bombebarkirî ya artêşa Tirk û çeteyên wê beriya ku bigihêje armaca xwe teqandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin balafirek a dewleta Tirk şevê din di seat 23:00 - 24:00'an de li ser bajarokê Til Rifet û gundên Şêx Îsa, Eyn Deqnê, Bîloniyê, Herbel, Til Cîcan, Til Mideyq û Semûqa geriya. Ji seatên şevê ve heta sibê gund topbaran kiriye.
Di encama topbaranê de ziyan gihîşt mal û milkên welatiyan.
Li aliyê din wesayîtekî bombebarkirî ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî nuqteyên şervanên Hêzên Şoreşger ên li gundê Eyn Deqnê kirin. Wesayîta bombebarkirî ji aliyê şervanan ve beriya bigihe armanca xwe rûxandin.
Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Vêlat EL-Qadî yê girêdayî navçeya Şera, Qestel Cindo û Til Bar, Til Barîn û girê Şehîd Şîlan bi doçka û hawanan, topbaran kirin.