Li Şehbayê baregeha çeteyên artêşa Tirk hate rûxandin
Hêzên Şoreşger ên hevbeş ên herêma Şahbayê, barageha çeteyên artêşa Tirk a dagirker a gundê Kilcibrînê ya bi ser herêmên Şahbayê ve rûxandin.
Hêzên Şoreşger ên hevbeş ên herêma Şahbayê, barageha çeteyên artêşa Tirk a dagirker a gundê Kilcibrînê ya bi ser herêmên Şahbayê ve rûxandin.
Li gorê nûçeya ajansa ANHAʹyê, dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Kilcibrîn û bajaroka Marî bi cih dibin, gundê Şêx Îsa û bajarokê Arfed bi topavêjan û hawanan topbaran dikirin, balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser gund û bajarokên herêmên Şahbayê digeriyan.
Çeteyan bergeha topbaranê berfireh kirin û gundê Simoqe, Til Medîq, Herbel û Til Cîcan jî topbaran kirin û di wê demê de nuqteyên hêzên şoreşger yên hevbeş jî bi çekên Doşka gulebaran kirin.
Şervanên Hêzên Şoreşger bersiv dane topbaranê ya li gundê Kilcibrîn û baregeheke çeteyan a Kilcibrîn bi moşekan rûxandin.
Li gorê agahiyên ku ji heremê tên, topbarana li ser heremê heta serê sibehê li ser gundên herêmên Şahbayê dewam kir.Gund û bajarokên herêmên Şahba rojane têne bombekirin, artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve bi çekên giran êrîşê bi ser herêmê de tînin.