100 sivîl hatin rizgarkirin, 15 çete hatin kuştin
Di şerê çar aliyê Reqayê qewimî de, 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuşin. Şervanan 100 sivîl jî lepên çeteyan rizgar kirin.
Di şerê çar aliyê Reqayê qewimî de, 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuşin. Şervanan 100 sivîl jî lepên çeteyan rizgar kirin.
Li taxa Nezlet Şehade ya ku dikeve başûrê Reqayê ku piraniya wê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatiye rizgarkirin, şerê dijwar rû dan. Şervanan yek ji xeta parastina çeteyan şikandin, di şerê qewimî de 5 çete hatin kuştin. Ji çeteyên hatin kuştin cenazeyê 2 ji wan li gel cebilxaneyên li ser ketin destê şervanan.
Li aliyê din, dîsa ji heman taxê piraniya wan jin û zarok 100 sivîl ji destê çeteyan rizgar kirin.
Li Taxa Berîd a dikeva bakurê bajêr jî, di navbera şervanê QSD’ê û çeten de şerê dijwar rû da. Li vir 3 sekvanên çeteyan hatin kuştin.
Di şerê li taxa Reqda ya dikeve rojhilatê Reqayê qewimî de jî 7 çete hatin kutin.