Li Kobanê cenazeyê 2 şervanên azadiyê hatin veşartin
Li Kantona Kobanê cenazyê 2 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne li Goristan Şehîd Dijle hatin veşartin.
Li Kantona Kobanê cenazyê 2 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne li Goristan Şehîd Dijle hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, Hevserokên TEV-DEM′ê Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo, Serokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî û Serokê Desteya Hêzên Xweparastinê Îsmet Şêx Hesen, cenazeyên şervanên azadiyê Mihemed Azad Şehîn (Bêg Kobanê) û Gulistan Seno(Dilovan Tolhildan) ên ku di pêngava rêzgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristan Şehîd Dijle veşartin.
Di merasîmê de welatiyan alên YPG/YPJ/QSD′ê, Hêzên Xweparastinê, Kongreya Star, wêneyên tekoşeran û Rêberê gelê Kurd Abdullan Ocalan, hilbabûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.Piştre li ser navê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen axivî û wiha got: ″Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Em ti carî nikarin li hemberî şehîdan ti gotinan bêjin, ji ber ku wan ji bo azadiya gelê Kurd bedelên herî giran biha dane. Hêzên YPG/YPJ/QSD′ê ji bo tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê şer dikin.″
Eyşe Efendî jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û tecrîda li ser Rêber gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şervanan bi dirûşên “Şehîd Namirin” ve li goristanê hatin veşartin.