Daxuyanî li malpera înternetê ya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê hate weşandin. Di daxuyaniyê de ev agahî li ser bîlançoya meha Tîrmehê hatin dayin:
"Hêzên me yên YPG-YPJ’ê meha Tîrmehê jî hem li Rojava û hem li Bakurê Sûriyê hem li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve hem jî xwedêgiravî li ‘paytext’a çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê di nav çarçoweya ‘Pêngava Rizgarkirina Reqayê’ de bi çalakî têkoşiyaye. Vê mehê bi taybetî jî çeteyên ku bi fermana artêşa Tirk û bi rêveberiya wê tevdigerin bi ser Kantona Efrînê ya Rojava û herêma Şehbayê de hewl dane ku dagirkeriyê bikin û êrîşên xwe zêde kirine û gelek caran sînor bezandine. Li dijî van êrîşên dagirkeriyê hêzên me YPG-YPJ bi berxwedanê bersiv dane, nehiştine ku dijmin di armanc û hedefên xwe de bi ser bikeve.
Bîlançoya Tîrmehê ya şerê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve û her wiha bîlançoya êrîşên dijmin wiha ye:
DEWLETA TIRK 159 CARAN ÊRÎŞ KIR
Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi kontrola wê tevdigerin 159 caran bi tang, hawan, obûsan û bi çekên giran êrîş bi ser kozikên hêzên me yên Rojava de anîne.
Balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk a dagirker 20 caran sînorê Rojava bezandine û bi nêhta keşfê xwe veşartine.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser vê ve 5 caran ji bejahiyê ve êrîş bi ser kozikên me de anîne.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve ji bilî hêzên me her wiha sivîl jî kirin hedefa xwe, di encama êrîşan de 5 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 15 sivîl birîndar bûne.
Hêzên me YPG-YPJ’ê li dijî van êrîşan di nav çarçoweya parastina rewa de 39 caran bersiv dane. Derbarê vê:
-28 çete hatine kuştin, ji van termê 10 çeteyan ketine destê hêzên me.
-Çeteyek bi saxî hatiye girtin.
-5 leşkerên Tirk hatine kuştin.
-Wesayiteke leşkerî û mekîneyeke kar a artêşa Tirk a dagirker hatiye rûxandin, her wiha 2 zerîpoşên çeteyan hatine rûxandin, 2 dozêrên ku ji bo kozikan dihatin bikaranîn hatine rûxandin.
-Pîkabeke çeteyan hatiye bidestxistin.
Şervanekî me yê YPG’ê û leşkerekî me yê Xweparastinê ku li dijî artêşaTirk a dagirker û çeteyên wê bi lehengî şer kirin şehîd bûne.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi kontrola wê tevdigerin ji bilî kozikên hêzên me bi obûs, hawan û tangan li mal û zeviyên çandî yên sivîlan dane û ziyaneke mezin dane sivîlan.
Her wiha hêzên me yên YPG-YPJ’ê bi mebesta ku li xaka Rojava û Bakurê Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê bi temamî werin paqijkirin vê mehê jî bi çalakî tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bûne, kirine ku pêngav bi serkeftî bi pêş ve biçe. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku pêşî li vê pêngavê bigirin û temenê xwe dirêj bikin li derveyî Reqayê jî êrîş bi ser kozikên hêzên me yên YPG-YPJ’ê de anîne, hêzên me bi serkeftî ev êrîş şikandine.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku QSD pêşengiya wê dike û hêzên me yên YPG-YPJ di nav de xwedî risteke girîng in, di vê meha Tîrmehê de şer girantir bûye û bûye pêvajoyeke wiha ku pêşvebûn xurtir bibe. Li hel meha dî jî nîvê Reqayê ji çeteyan hatiye paqijkirin.
NÎVÊ REQAYÊ HATIYE RIZGARKIRIN
Tîrmehê operasyon û şerê ku bi çeteyan re di nav çarçoweya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de hatî jiyîn wiha ye:
Taxa Yermûk a li Rojava, Sûka El Hal a li rojhilat, gundê El Huseyn a başûrêrojhilat, bajarokê Retla û gundê Kesrît Mihemed Axa ji çeteyan hate rizgarkirin, taxên Rewda, Reqaya Berê, Hişam bin Ebdulmelîk, Nezlît Şehadê, Diriyê, Nehda û Berîd bi bi giştî ji çeteyan hate paqijkirin.
-986 çete hatine kuştin. Ji van terman 131 ketin destê şervanan.
-11 çete bi saxî hatin girtin û 1 çete jî bi birîndarî hatiye girtin. Her wiha 6 çete jî radestî şervanan bûne.
-Di operasyona paqijkirinê de û di encama şer de tangek, BMB’yek, doçkayek 23, doçkayek 12,5, wesayiteke leşkerî ya Hammer, 2 balafirên drone, 3 80 m hawan û 120m hawan, du wesayitên bombebarkirî. 6 B7, 26 kilêş, 3 BKC, 5 çekên alavê yên Tirk û deopoyên malzemeyên ji bo çêkirina maiyn û hawanan têne bikaranîn hatin bideststin, her wiha gelek tunelên ku çete ji bo çûnûhatinê bi kar dianîn ketin bin kontrola şervanan.
-Tîrmehê çeteyên DAIŞ2ê 45 caran bi wesayitên bombekirî û motosîklêtan hewl daneku êrîşê bînin, her carê jî beriya ku bigihijin hedefên xwe hatine tinekirin. He wiha 10 wesayitên montekirî yên doçka, 7 wesayitên leşkerî û zerîpoşek hatiye rûxandin. Wesayiteke bombekirî derb xwariye.
-8 balafirên keşfê yên ji bo êrîşê û keşfê dihatin bikaranîn hatine xistin.
Li Reqa û herêma Şedadê hêzên YPG-YPJ’ê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin, di peywira parastina Rojava de jî li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wan bi berxwedaniya xwe bersiva hewce dane.
Tîrmehê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de 83 şervanên me, li Şedadê jî 13 şervanên me yên YPG, YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirine û şehîd bûne. 4 hevrêyên me li Kantona Efrînê şehîd bûne û her wiha 5 şervanên me jî di encama qezayê de şehîd bûne."