Meclîsa PYD′ê, qirkirina civaka Êzidî şermezar kir

Meclîsa Giştî ya PYD′ê qirkirina li Şengalê şermezar kir û berxwedana dîrokî ya gêrîlayên HPG′ê û şervanên YPG/YPJ′ê silav kir.

Meclîsa Giştî ya PYD′ê bi boneya 3′yemîn salvegera Qirkirina li Şengalê, daxuyaniyek weşand.

Meclîsa Giştî ya PYD’ê di daxuyaniya xwe de qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê ya çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidî pêk anî şermezar kir û fermana 73’an li dijî civaka Êzidiyan bû. PYD’ê anî ziman ku armanca vê qirkirinê tinekirina civaka Êzidî bû. Dîsa PYD’ê berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG/YJA Star û şervanên YPG/YPJ’ê ya li Şengalê pêşiya qirkirinê Êzidiyan girtin, silav kir.

Di berdewama daxuyaniyê de Meclîsê bal kişand ser rêxistinkirina civaka Êzidî ya li Şengalê û avakirina Yekîneyên Parastina Şengalê. Meclîsê destnîşan kir ku ev hêz herêmê diparêzin da rê li pêşiya qirkirinê bi vî rengî were girtin.

Her wiha Meclîsa PYD’ê bang li saziyên navneteweyî û kir ku li hember êrîşên dijminên mirovahiyê, piştgiriya gelê Kurd bikin û Êzidiyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatine revandin, rizgar bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclîsa Giştî ya PYD′ê sersaxî ji tevahî gelê Kurdistanê re xwest û piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser a Civaka Şengalê re nîşan da.