Nasnameya 4 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê hatin eşkerekirin
YPG'ê nasnameya 4 şervanên di navbera 27-30'ê Tîrmehê de li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn, eşkere kir.
YPG'ê nasnameya 4 şervanên di navbera 27-30'ê Tîrmehê de li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek li malpera xwe weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di navbera 27-30 Tîrmehê de 4 şervanên me ji bo rizgarkirina taxan û gelê ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ma bû, li hember çeteyan bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Em YPG û YPJ'ê tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yên berxwedêr re sersaxiyê dixwazin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Bawer Ebû Rasen
Nav û Paşnav: Xalid Şêx Elî
Navê Dayikê: Newfa
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê, Ebû Rasen
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 30 Tîrmeh 2017
Nasnav: Canfeda Waşokanî
Nav û Paşnav: Ebdirehman Dodkanî
Navê Dayikê: Edla
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 27 Tîrmeh 2017
Nasnav: Şoreş Girêspî
Nav û Paşnav: Hemud Osman
Navê Dayikê: Latîfe
Navê Bav: Mihemed Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 30 Tîrmeh 2017
Nasnav: Yilmaz Dirbêsiyê
Nav û Paşnav: Xesan Salim
Navê Dayikê: Şemse
Navê Bav: Salim
Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 30 Tîrmeh 2017