Li Reqayê şer didome: 28 çete hatin kuştin

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya ber bi navenda Reqayê ve dom dike.Di şerê çar aliyên bajêr rû dayî de28 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên çeteyan jî hatin rûxandin.

Şervanên QSD′ê di saetên derbasbûyî de li eniyên başûr û bakurê bajarê Reqayê pêşve çûn.

 Li taxa Rewda ya dikeve başûrê bajar çeteyan bi 2 wesayîtên bombebarkirî û 2 koman êrîşî nuqteyên rizgarkirî yên şervanan kirin. Êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat û her 2 wesayît beriya ku bigihêjin armanca xwe, ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin.Di şerê qewimî de, 9 çete hatin kuştin û cebilxaneyên li ser çeteyan ketin di destê şervanan de.

Di şerê dijwar ên li taxa Nehda ya dikeve bakurê bajar û herêma Mesakin Idixar qewimî de çete hatin kuştin û gelek nuqteyên stratejîk hatin rizgarkirin.

Li aliyê din li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik jî ji saetên sibehê ve li şer rû da, 3 hêrêm hatin rizgarkirin, 8 çete hatin kuştin.

Li gelek nuqteyên eniyên bajar, şer hê jî dewam dike.