Cenazeyê Berxwedan Zagros hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Berxwedan Zagros ê ku 10'ê Tîrmehê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.

Bi sedan welatî herêma Tirbespiyê û Til Hemîs cenazeyê şervanê YPG'ê Berxwedan Zagros ê ku 10'ê Tîrmehê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dekrê veşartin.

 Ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Yek ji fermandarên YPG'ê Dilbirîn Ferho û li ser navê TEV-DEM'ê Hisên Sade axaftinek kirin.

Di axaftinan de ji malbatên şehîdan re sersaxî hate xwendin û hat diyarkirin ku şoreşa Rojava- Bakurê Sûriyeyê şoreşa mirovahiyê ye.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Piştre cenazeyê Şehîd Berxwedan bi dirûşme û tilîliyan hat veşartin.