Li gel her tiştî jî hêviya wan naşikê

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD’ê dest pê kirî 60 roj li pey xwe hişt. Li bajêr her roj şerekî giran heye.

Li Reqayê xeleka li dor DAIŞ’ê her ku diçe berteng dibe. Çeteyên ku li navenda bajer asê bûne li bajêr gelek mayin danîne. Hema hema li her devera bajêr mayin hatine danîn.

Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku temenê xwe hinekî dî dirêj bikin serî li  gelek rêbazan didin. Di şerê bajêr de DAIŞ êsîran û sivîlan li Reqayê ji xwe re dike mertal. Sivîlên ku li navenda Reqayê di destê DAIŞ’ê de asê mane ji hêla QSD’ê ve bi operasyonên taybet têne rizgarkirin.

Ji eniya rojhilat a Reqayê di van 2 heftiyên dawî de bi komên biçûk mezin ji hêla QSD’ê ve têne rizgarkirin û ji korîdorên ewle wan dibin herêmên ewle.

Hêzên QSD’ê cihê ceteyan tespît dike û wan tine dike her wiha ji bo ku tiştek bi sivîlan neyê jî pir kêferatê dike. Di operasyonan de ewlehiya sivîlan pir girîngî pê tê dayin û her wiha pêdiviyên sivîlan ên tendirustî, xwarin, vexwarinê ji hêla QSD’ê ve têne dabînkirin.

Sivîl dema ku ji navenda Reqayê têne derxistin bi wesayitan wan dibin cihê tendirustiyê ya eniyê.

Bi taybetî jî pêşî jin û zarokan dibin cihê tendirustiyê, her çendî derfet kêm jî bin doktor û hemşîreyên li vir ji tinebûnê derfetan diafirînin û jiyana bi sedan kesî xilas dikin. Ji van mînakak yek jê duh dîsa çêbû.

Hêzên QSD’ê malbeteke ji 5 kesan pêk tê anîn cihê kontrola tendirûstiyê. Di encama teqîna mayinê de laşê wan ji hev ketibû. Li cihê kontrola alîkariya pêşî her tişt hate kirin lê derman kêm bûn. Reqayê şahidî ji bûyereke wiha re kir ku dikare derbasî dîrokê be. Diviya kêmek narkoz bidana zarokê biçûk ku di nav êşan de dinaliya û narkoza li cihê tendirûstiyê bi qasî ku têra dayikê jî neke kêm bû.

Lê narkoz dabûne dayikê. Zarok di nav êşê de diqîriya lê bi carekê re bi fikra doktoran dayikê zarok şîr da. Dema ku narkoza ku dayikê standî bandora xwe nîşan da, tiştekî dijwar ceriband û zaroka xwe şîr da û zarok ji narkozê kelk wergirt û êşa wî danî. Birîndarên dî jî piştî ku mudaheleyên pêşî li wan hatin kirin şandin nexweşxaneyên Hesekê.

Her kesî bi hijmetkarî, bi hêvî û bi serfiraziya baweriyê li vê bûyera li cihê tendirustiyê temaşe kir. Yek ji bûyera herî girîng a kuş erê Reqa dike dastanî ev êşên li eniya Reqayê û têkoşîna bêhempa ye.